Palpiştên nû yên windahiyan girîngiya lêkolînên bêteref ên derbarê êrîşên hewayê yên Tirkiyê yên li Çiyayên Qendîlê zêdetir dike

Palpiştên ku Rêxistina Efûya Navnetewî di xebata xwe ya lêgerînê de berhev kirin nîşan didin ku bi erîşên hewayî yên bêqanûnî yên li ser gundê Zergelê yê li Çiyayên Qendîlê nav Herêma Kurdistana Iraqê hêzên hikumeta Tirkiyê heşt niştecih kuştin û –zarokek jî tê de–kêmtirîn heştên din jî birîndar kirin.

Êrîşên hewayî yên 1’ê Tebaxê perçeyeke çalakiyên  leşkerî yên Tirkiyê yên li hemberî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bûn, lê li gor agahiyên ku Rexistina Efûya Navnetewî berhev kirine têkiliya wan niştecihan bi PKKê re tune. Rêxistina Efûya Navnetewî bang li hikumeta Tirkiyê dike ku  lêpirsîneke serbixwe, bêteref û kartêker a derbarê êrîşên hewayî bide pêkanîn û encamê bi raya giştî re parve bike.

Şewirmenda Qeyranê ya Payebilind a Rexistina Efûya Navnetewî Lama Fakih, ku çû serdana herêmê wiha got “Êrîşên dawî yên li Qendîlê niştecih seqet hiştin, kuştin û koçber kirin, avahî hilweşandin û gelê ku li dûrî hedefên leşkerî dijîn jî tirsandin,”

“Palpiştên wan windahiyan fikarên derbarê bêqanûniya  êrîşên li Qendîlê zêde dike, û girîngtir dike  ku lêkolînên wan êrîşên hewayî serbixwe û bêteref bin û ji bo qurbanî û malbatên wan derbasdar bin û tezmînatê ji bo wan dabîn bikin.”

Her çi şerê navbera PKKê û hikumeta Tirkiyê pirsgirêkek çekdarî ya ne-navnetewî be an jî nebe, li gor qanûnên şer ên her du rewşan jî û li gor mafên mirovan ên navnetewî kuştina niştecihên ku têkildarî PKKê nîn in neqanûnî ye.

Rayedarên Tirk destpêkê anîn ziman ku armanca êrîşan endamên PKKê yên li “qampên terorîst” in. Wan qala pîlanên lêkolînê  yên bi Hikumeta Herêma Kurdistanê ya Iraqê derbarê êrîşên hewayî kirin.

Palpiştên ku bi serdana Rexistina Efûya Navnetewî ya li gundê Zergelê ya sê roj piştî êrîşên hewayî hatin berhevkirin didin diyarkirin ku ew kesên ku di êrîşan de hatine kuştin û birîndarkirin têkildarî PKKê nîn in. Rexistina Efûya Navnetewî bi çend şahidan re axivî, ji wan du kes bijîşkên ku birîndar rizgar kirin bûn û sê kes jî niştecihên wê derê bûn ku digotin ên kuştî û birîndar ne şervanên PKKê bûn û dîsa digotin ku li herêmê çi şervanên PKKê nîn in.

Hemî şahidên ku dema êrîşê li wir bûn an jî demeke kurt piştî êrîşê gihîştin qadê digotin ku li ser qurbaniyan cilûbergên sivîlan hebû û wan li wê derê çi çek nedîtine. Rexistina Efûya Navnetewî li deh wêneyan û vîdeoyekê nihêrî û dît ku ew jî li gor derbirînên şahidan bûn.

Dr. Medya, bi xwe bijîşk e û endameke PKKê ye, ku li gundeke nêzik ji bo niştecihan rêveberiya klînîkeke tenduristiyê dike, tiştên ku li cihê bûyerê dîtibûn ji Rexistina Efûya Navnetewî re wiha rave kir:

“Min dît ku xelk ji bo xizmên xwe digirîn. Jinek, ketibû erdê…. Tansîyona wê ya bilind hebû. Min dît       kesek ji serê xwe de birîndar bûye. Min kesekî dîtir dît ku … [ organên wê derketine derve, birîndar û ketiye nav şoqê]… Ew [Najeeb Aziz] paşê mir. Wî gelek xwîn winda kiribû. Yeke din bi temamî şewitîbû. Hin mirov, çawa bêjim, hema bihecî bûn, û digiriyan… çend mal bi temamî rûxiyabûn… li klînîkeke din ku 400 metre dûrî vir e, hûn dikarin perçeyên bombeyan bibînin, paceyên wê tev şikestîne, li camiyê jî hene perçe.”

Dr. Medya û Dr. Derbass Salih Mohamed Ameen, ê ku bijîşkê alîkar e li Navenda Tenduristiya Zergelê, her du jî 1’ê Tebaxê sibê zû çûn qada êrîşê da ku birîndaran rizgar bikin.

Şahidan dîsa gotin ku xizm û kesên ku piştî êrîşa yekem ji bo alîkariyê hatibûn di êrîşên domahiyê de hatin kuştin û birîndarkirin.

Di nav wan de Salih Mohamed Ameen, muxtarê gundê cînar ê Bokriskanê, ê ku bi bi xwîşka xwe re hat kuştin jî hebû, ku her du ji bo alîkariya birîndaran hatibûn.

Niştecihan dîsa gotin ku di nav kuştî û birîndaran de Pêşmergeyên Hikumeta Kurdistanê jî hebûn. Ew şervan têkilî şerê navbera PKKê û hikumeta Tirkiyê nabin, lê bêtir li herêmên din ên welêt beşdarî şerê hember Dewleta Îslamê (DÎ) dibin û li gor qanûnên navnetewî di peywenda şerê Tirkiye û PKKê de wek sivîl tên hesabkirin.

Rexistina Efûya Navnetewî li gundê Zergelê çi niqteyên kontrolê, rawestgehên polîs an jî binkeyên mayînde yên leşkerê nedît, ku gotinên niştecihan rast derdixist ên ku digotin li gund çi şervanên PKKê bi cih nebûbûn an jî li wir nediman. Niqteya kontrolê ya nêziktirîn 25 kîlometre dûr bû û ew mesafe ji bejahiyê 3-5 kîlometre aliyê din ê gund diket. Berdevkê çapemeniyê yê ku bi ser navê PKKê ji Rexistina Efûya Navnetewî re axivî got ku ji bo ewlehiya kesên sivîl şervanên PKKê nakevin nav gel û bi giştî cihên xwe kêmtirîn 5 kîlometre ji wan dûr digirin.

Di 4’ê Tebaxê de Rexistina Efûya Navnetewî çend şervanên PKKê li gund dîtin. Lê li gor niştecihan û berdevkê PKKê ew piştî êrîşan ji dabînkirina ewlehiyê hatibûn.

“Nebûna hedefên leşkerî yên nav qadên ku rastî êrîşa hewayî hatin derdixin holê ku ew êrîş neqanûnî ne, her çiqas pirsgirêkên çekdarî navbera rayedarên Tirkiyê û PKKê hebin jî. Hikumeta Tirkiyê qîma xwe bi jiyana niştecihan neanî û nekarî tewdîran bigire da ku zererek kêm bigihîje wan, ne jî karî wan ji şervanên PKKê cida bibîne,” got Lama Fakih û wiha domand. “Ew êrîş divê bên lêpirsîn, û rayedarên Tirkiyê divê berpirsiyariyê bigirin û kirinên xirab hildin ser milên xwe.”

Niştecihên ku 1’ê Tebaxê hatin kuştin û birîndarkirin

Hevpeyvînberan ji Rexistina Efûya Navnetewî re got ku êrîşên hewayî yên li ser Zergelê 1’ê Tebaxê navbera saet 3-5 ê sibehê zû pêk hatin, di encamê de heşt kes hatin kuştin û heştên din jî birîndar bûn.Şahidan derbarê hejmara bombeyan agahiyên cida dan lê li gor wan bi qasî 11 teqînên cihê di 1’ê Tebaxê de li wê derê pêk hatin.

Niştecihan, kesên çûyî hawariyê û rojnamegerên lokal ji Rexistina Efûya Navnetewî re gotin ku kesên kuştî ew in: Ayesha Ahmed Mustafa (bi paşnavê piştî mêrkirî Khedir), Karoh Mohamed Ameen (Pêşmerge), Salih Mohamed Ameen (muxtar), Heybet Mohamed Ameen, Najeeb Aziz, Sama Khabat (xebatkarê şaredariyê), Endomen Sharawonch (xebatkarê şaredariyê), û Abdulkader Bakr (Pêşmerge). Wan navên birîndaran jî wiha dan: Mohamed Ameen (Pêşmerge) û dişa wî Sinur, Gerbet Ahmed, xwîşka wê Shukariya Ahmed, dayîka wan Khadija, û braziya wan Chilan Rasheed, ku zarokek e. Rexistina Efûya Navnetewî navên du kesên ku birîndar bûbûn jî wergirt, lê bi wan an jî xizmên wan re neaxivî û lewma navên wan li ba xwe digire.

Dr. Derbass ji Rexistina Efûya Navnetewî re got ku Ayesha Ahmed Mustafa (bi paşnavê piştî mêrkirî Khedir), ku jineke pîr bû, di êrîşa yekem a ku mala wî hedef girt de mir. Wî got ku ew li Goljarê li mala xwe bû, gundek heşt kîlometre dûrî Zergelê, dema ku êrîşa yekem çêbû, dîsa jî ew hema piçek dem paşê di saet 5:15ê sibê de hatibû ji bo derxistina birîndaran.

Li gor Dr. Derbass û du niştecihên din ên li qadê, Karoh Mohamed Ameen, ê ku di destpêka 30 saliyên xwe de bû, nebiyê Ayesha’yê, ku şervanekî peşmerge ye, û bavê wî Mohamed Ameen, ku ew jî pêşmerge ye, bi hev re çûn cihê êrîş çêbûyî da ku alîkariya birîndaran bikin. Karoh hat kuştin û bavê wî jî bi giranî hat birîndarkirin. Dişa Mohamed, bi navê Sinur, li gor agahiyên niştecihekî her ku hewl dabû bireve birîndar bûbû. Mala wê jî hatibû rûxandin. Mêrê wê, ku şervanekî pêşmerge bû, di dema êrîşê de ne li mal bû.

Dr. Medya û Dr. Derbass her duyan jî ji Rexistina Efûya Navnetewî re got ku çar  kesên din ên li maleke din bûn birîndar bûbûn û ew derxistin derve. Dr. Derbass navên çar jinên birîndar wiha da: Gerbet Ahmed, xwişka wê Shukariya Ahmed, dayîka wan Khadija, û Chilan Rasheed, biraziya wan. Li gor agahiyên Dr. Derbass, yek ji wan jinan li klînîka wî dixebitî, yeka din perwerdehî didît da ku li klînîkê bixebite, û her duyên din jî xwendekar bûn. Mala ku jinên birîndarbûyî tê de mala Rasheed Ahmed bû kû ew hîndarê peşmergeyan bû û bavê Chilanê û birayê Gherbet û Shukariyayê, û kurê hadijayê bû. Di dema êrîşê de ew bi xwe ne li mal bû.

Rexistina Efûya Navnetewî bi Shukriyayê û bi xizmeke din re ê ku çû cihê êrîşê da ku wê xilas bike û bi xizmên din ên ji gundê cînar ê bi navê Bokriskanê re axivî. Wan ji Rexistina Efûya Navnetewî re got ku çar jin dema ku hewl dane birevin birîndar bûne, ji wan Shukariyayê di encama birîndariyê de milê xwe yê çepê winda kir, Khadija ji serê xwe ve birîndar bû, Gherbet çavek xwe winda kir û di singa wê de birîna şarapnelê heye, û Chilan jî bi şarapnelê ji singê xwe birîndar bû.

Dr. Derbass ji Rexistina Efûya Navnetewî re got ku hem Salih Mohamed Ameen û hem jî xwişka wî, Heybet Mohamed Ameen di êrîşan de hatin kuştin. Hem Dr. Derbass û hem jî Dr. Medyayê anî ziman ku Salihê muxtarî Bokriskanê ê ku di temenê şêstî de bû dema ku hatibû alîkariya birîndaran hatibû kuştin.

Dr. Medyayê got ku wê sê mirov ji qada êrîş xwarî derxist, ku di nav wan de Najeeb Aziz ê ku li Zergelê xudanê dikanekê bû, li Anzahê dixebitî û derûdora 50-55 salî bû ku di encama birînên xwe mir, û du mêrên din hebûn.

Li gor agahiyên Dr. Derbass û rojnamegerek lokal Sama Khabat, a ku temenê wê bîst sal û tiştek bû û Endomen Sharawonch, ku her du jî xebatkarên şaredariyê bûn, dema ku çûbûn hawara birîndarên li qada êrîşê hatibûn kuştin. Şahidan anî ziman ku xebatkarên şaredariyê libasên şîn li ber xwe dikin û di destên wan de çek tune.

Abdulkader Bakrê ji Bokriskanê, ku pêşmerge ye, li gor Dr. Derbass di mala xwe de hat kuştin.

Rexistina Efûya Navnetewî raçav kir ku nêzikî 10 mal di êrîşan de hatibûn rûxandin, ji wan malan çendek avahiyên pêşmergeyan û malbatên wan bûn. Yên din aîdî niştecihên cotkar bûn.

Paşxane

Endamên PKKê, ku komeke çekdar a çalak e li Tirkiyê, ji zû de li Çiyayên Qendîlê xwedî baregeh in, ku ew der rêzeçiyayên nav axa Herêma Kurdistana Iraqê ne û li sînorê Iranê dirêj dibe nav başûrê Tirkiyê. Li gor agahiyên Mohamed Hassan ê ku hevşaredarê şaredariya Çiyayê Qendîlê  ye, 61 gund  li rêzeçiyayên Qendîlê yên ku bin kontrola PKKê ye hene ku tê de gundî niştecih in û dûrî qadên şervanên PKKê ne.

Tevahiya hejmara gel, her ku hevşaredar ji Rexistina Efûya Navnetewî re got, li gor hejmartina 2013’an 8,000 e. Êrîşên hewayî yên hikumeta Tirkiyê yên di Çiyayên Qendîlê de 24’ê Tîrmehê dest pê kir, piştî ku PKK ji ber êrîşeke li Tirkiyê hat sûcdarkirin. Êrîşên li ser Çiyayên Qendîlê yên dijî PKKê û êrîşên PKKê yên li dijî polîs û leşkeran ên li Tirkiyê ji bo pêvajoya aştiyê ya hesas tê wateya xetereyeke cidî, ku vê pêvajoyê di Adara 2013’an de navbera PKKê û hikumeta Tirkiyê dest pê kiribû.

Êrîşên hewayî piştî tengejeyên dûr û dirêj pêk hatibûn ku bi êrîşa xwekuştînê ya 20’ê Tîrmehê li Pirsûsa Rihayê yê bajarê Tirkiyê zêdetir bûbû, ku di wê êrîşê de 32 kes miribûn û 80 kes birîndar bûbûn û Dewleta Îslamî hatibû tawanbarkirin. Du roj piştî wê, li heman bajarê du polîs di êrîşeke din de hatibûn kuştin, û PKK hatibû tawanbarkirin. Piştî êrîşên hewayî yên li ser Qendîlê jî PKKê li Tirkiyê dijî polîs û leşkeran êrîş dabûn destpêkirin.